Li Colemêrgê çûna hinek navçeyan hat qedexekirin

Ji aliyê Walîtiya Colemêrgê ve hinek navçeyên Şemzînan, Çelê û Geverê heta 15 rojan wek "navçeyên ewlehiya taybet" hatin ragihandin.

K24 - Colemêrg

Ji aliyê Walîtiya Colemêrgê ve hinek navçeyên Şemzînan, Çelê û Geverê heta 15 rojan wek "navçeyên ewlehiya taybet" hatin ragihandin.

Walîtiyê ragihand ku çalakiyên vê dawiyê yên PKKê di nav sînorên wîlayetê da, bandoreke neyênî li geşedanên civakî û aborî yên bajêr kirine û di daxwiyaniya walîtiyê de wiha tê gotin:

"Di encama çalakiyan da welatî mexdûr in û ji mafê rêvebirina karên xwe yên aborî, civakî û geştkirinê mehrûm bûne. Bi mebesta parastina asayişa can û malên welatiyan, pêkanîna aramî û ewlehiyê, parastina dewletê û gel ji hemî corên êrîş û gefên terorê, wek pêwîst, hemî tedbîr hatine wergirtin.

Di çarçoveya tedbîran da, li gor maddeya 32/A ya qanûna Herêmên Qedexe yên Leşkerî û Herêmên Ewlehiyê ya bi hejmara 2565ê, hinek navçeyên nav sînorên Şemzînan, Çelê û Geverê ji 4 heta 18ê Adarê weke "herêmên ewlehiya taybet" hatin ragihandin û hatûçûna welatiyan bo wan herêman hat qedexekirin."