"Kurd di warê hestyarî de ji Tirkiyê vediqetin"
Rapora CHPê ya derbarê Mêrdîn û Diyarbekirê de hat aşkerekirin û têde tê gotin ku Kurd di warê hestiyarî de ji Tirkiyê vediqetin.
K24 – Enqere
Rapora CHPê ya derbarê Mêrdîn û Diyarbekirê de hat aşkerekirin û têde tê gotin ku Kurd di warê hestiyarî de ji Tirkiyê vediqetin.
Şanda Partiya Komara Gel (CHP) ya bi serokatiya Levend Gok ku ji parlamenterên bajarên rojavayê Tirkiyê pêk dihat, derbarê serdana xwe ya Mêrdîn û Diyarbekirê de raporek amade kirin.
Rapora ku ji 17 bendan pêk tê destnîşan dike, pêkanîna qedexeya derketina derve dijî yasayên navneteweyî ye û di serî de mafê jiyanê û tendirustiyê, hemû mafên gel hatine binpêkirin.
Herwiha, meşandina pêvajoya çareserî ya ji hêla AK Partî ve tê rexnekirin û tê îdîakirin ku, PKK di dema pêvajoya aştiyê de çek û teqemenî kişandiye bajaran û gel di navbera siyaseta hikûmet û PKKê de bêzar maye.
Herwiha rapor heşyarî dide ku, eger ev siyaset bi dawî neyê, gelê herêmê di warê derûnî û hestiyariyê de ji Tirkiyê vediqete.