Li Cizîrê sibê qedexeya derketina derve radibe
Parêzgeriya Şirnexê, li ser malpera xwe eşkere kir, qedexeya derketina derve ya Cizîrê ku 14ê kanûna 2015ê hatibû ragehandin, di roja 2ê Adarê de bi awayekî sînordar dê were rakirin.
K24 - Şirnex
Parêzgeriya Şirnexê, li ser malpera xwe eşkere kir, qedexeya derketina derve ya Cizîrê ku 14ê kanûna 2015ê hatibû ragehandin, di roja 2ê Adarê de bi awayekî sînordar dê were rakirin.
Parêzgariyê da xuyakirin ku di navbera demjimêrên 19.00ê êvaran heta 05.00ê sibehê, qedexeya derketina derve dê berdewam bike.
Qedexeya Cizîrê beriya 80 rojan hatibû ragihandin. Operasyona leşkerî ya Cizîrê beriya heftiyekê bi dawî bûbû. Tenê di jêrzemînên çend avahiyan de piraniya wan sivîl, 167 kesan canê xwe ji dest dabûn.
Ji aliyekî din ve li Sûra Diyarbekir, Hezexa Şirnexê û Nisêbîna Mêrdînê şer û pevçûnên navbera hêzên ewlekariya Tirkiyê û şervanên Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) û herwiha operasyonên dewleta Tirk li bajarên Kurdan berdewam in.
Li 6 taxên navçeya Sûrê ji 2ê Kanûna 2015an ve şer û pevçûn didomin. Li gorî daxuyaniyên fermî di 3 mehan de ji herdu aliyên şerker heta niha 313 kesan canê xwe ji dest dane. Parêzgerî dibêje di pevçûnan de tenê sivîlekî canê xwe ji dest daye lê çavkaniyên nêzîkî PKKê dibêjin li Sûrê heta niha 32 sivîlan canê xwe ji dest dane.