Peqînek li Şarebanê bi dehan kes bûne Qûrbanî.
Çavkanîyekê asayîşê ragehand: Kesekê xwekûj li bajêrokê Şareban 60 Km li bakûrê rojhilata Bexdayê ) ser bi parêzgeha Dîyala xwe peqand û bû egera can ji destdana 20 kesan û birîndarbûn 40 kesên din.
K24- Hewlêr:
Çavkanîyekê asayîşê ragehand: Kesekê xwekûj li bajêrokê Şareban 60 Km li bakûrê rojhilata Bexdayê ) ser bi parêzgeha Dîyala xwe peqand û bû egera can ji destdana 20 kesan û birîndarbûn 40 kesên din.
Sadiq Huseynî serokê Komîteya asayîşa parêzgeh a Dîyala bi Firans pirês re ragehandîye: kesekê xwekuj li behîya yek ji rihsipîyên hoza Benî Temîm ku Sûnne û Şîe têdene li bajarokê Şareban xwe peqand û di encam de 20 kes hatin kuştin û 40 kesên din jî birîndarbûn.
Li gor Firans Pirês : ( çavkanîyên pizîşkîyên nexweşxaneya Şareban û Baqûbeyê jî ev hijmara qûrbanîyan tekez kiribûn.
Berpirsaekî ji parêzgeha Dîyala ragehandîye: Dû serkirdeyên Şîeyan di vê peqînê de hatine kuûştin.
Ji alîyê xwe ve jî di ragehandinekê de li ser tora Internêtê Daişê berpirsyartîya xwe ji evê peqînê ragehand.
Li 11 ya Kanûna Dûyema bûrî dû peqîn li Şarebanê çêbûn ku yek bi egera bombekê bû ewa din jî peqîneka xwekûjî bû bi otombîleka bombrêjkirî di enacm da 20 kesan canê xwe ji dest dan û bi dehan jî birîndarbûn.
Heçende li Kanûna Dûyema 2015 çavkanîyên asayîşîyên Îraqê ragehand ku Parêzgehsa Dîyala ji Daişê pakij bûye, lê ev nebûye egera westandina hêrişa çakdaran.
Rêkxirawa Hiyûman Woç Raytis ragehand: Mîlîşîyayên Şîeyan xelk ji bajarokê Şareabn revandine û kûştine û agir jî berdane xanî û mizgeftên Sûnneyan.