Êminkî: Pêdivîye Perleman bihê karakirn û ev rewş bi dawî bihê.

Ceifer Êminkî, cêgirê serokê Perlamana Kurdistanê ragehand ku pêdivîye Perleman bihê karakirin û ev rewş bi dûmahî bihê.

K24- Hewlêr:

Ceifer Êminkî, cêgirê serokê Perlamana Kurdistanê ragehand ku pêdivîye Perleman bihê karakirin û ev rewş bi dûmahî bihê.

Ceifer Îbrahîm Êminkî di ragehandinekê de bi nave:  (gazîyek ji cêgirê serokê Perlamnê) ku li malpera fermnîya Perlemanê belav kirîye. Dibêje: di yekê Adarê de divîya Perleman bi şêweyek yasayî û asayî û li gor peyrewa hindûrîya xwe dest bi danîştinên xweyên asayî bikirbane, li telara Perlemana Kurdistanê, lê her ew sedema berê ya berdewame ku bûye egera ji karxistana Perlemanê ji erkê xweyê herî giring.

Cêgirê serokê Perlemanê daxwaz dike: Perleman bihê karakirin û dawî bi rewşa neasayî bihê.

Ceifer Êminkî di gazîya xwe de ku arasteya firaksîyûnên Perlemana Kurdistanê, gişt hêzên sîyasîyên Herêma Kurdistanê û raya giştîtî  kirîye, aşkera dike (bi egera berdewamîya rewşa niha ya Perlemana Kurdistanê hest bi Îhracîyeka mezin dikin, tikayê jî dike kû dawîyê bi evê rewşa naasayî bihînin daku ev dezgeha yasayî bikare careka din erkên xwe encam bide.