Li Eneza Tirkiyê 68 penaber hatin girtin

Li Eneza navçeya Edirneyê 68 penaberên ku dixwestin bi rêyên neyasayî derbasî Yewnanistanê bibin hatin girtin.

K24 – Edîrne

Çûna penaberan ji Tirkiyê ber bi welatên Ewropayê berdewam e. Li Eneza navçeya Edirneyê 68 penaberên ku dixwestin bi rêyên neyasayî derbasî Yewnanistanê bibin hatin girtin.

Li Eneza navçeya Edirneyê gelek kesên ku hewl didan bi rêyên neyasayî derbasî Yewnanistanê bibin hatin girtin.

Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin, tîmên Fermandariya Ewlekariya Peravê ya Enezê di dema dewriyê de 68 kesên ku di belemekê de bûn û hewl didan bi rêyên neyasayî derbasî Yewnanistanê bibin girtin. Kesên ku hatin girtin ji welatiyên Sûriye, Efxanistan, Îran û Pakistanê pêk dihatin.

Kesên biyanî destpêkê birin Rêveberiya Ewlekariya Enezê û ji wê derê jî bo Îdareya Koçberan a Edirneyê hatin veguhestin.