Parêzgerê Diyarbekirê: Destûrê nadin ti xwepêşandanan
Parêzgerê Diyarbekirê Huseyîn Aksoy, ragihand ku ew destûrê bo ti xwepêşandan û maşên derqanûnî nadin. Aksoy, derbarê operasyona li Sûrê de jî got; ji sedî 98 ê 6 taxan ji çekdar, berbest û xendekan hatiye paqijkirin.
K24 – Diyarbekir

Hevserokê Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) duh gazî xelkê Diyarbekirê kiribû ku ew roja 2ê Adarê roja Çarşemê li dem 4ê êvarê bi girseyî bimeşin Sûrê û operasyonên hêzên ewlehiyê protesto bikin.
Piştî daxûyaniyên Demîrtaş, Parêzgerê Diyarbekirê Huseyîn Aksoy îro di kongreyaka çapemeniyê de bersiva Demîrtaş da û got: "Bila xelkê bajêr bi bi hişmendî tevbigerin, ew destûrê bo ti xwepêşandanan nadin."
Parêzgerê Diyarbekirê ragihand ku, xelkê sivîl yê ku dibêjin li Sûrê di jêrzeminan de dorgirtî mane, dikarin bi piştgiriya parêzgeriyê derkevin, lê heger ku dernekevin, berpirsiyariya wan di ser stûyê yên ku destûra derketina wan nadin, de ye.