CHP: Kurd di warê derûnî û hestiyarî de ji Tirkiyê vediqetin
Rapora CHP'ê ya derbarê Mêrdîn û Diyarbekirê hat aşkerekirin; Kurd di warê derûnî û hestiyarî de ji Tirkiyê vediqetin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Rapora CHP'ê ya derbarê Mêrdîn û Diyarbekirê hat aşkerekirin; Kurd di warê derûnî û hestiyarî de ji Tirkiyê vediqetin.
Şanda Partiya Komara Gel (CHP) ya bi serokatiya Levend Gok ku ji parlamenterên bajarên rojavayê Tirkiyê pêk dihat, derbarê serdana xwe ya Mêrdîn û Diyarbekirê de raporek amade kirin.
Rapora ku ji 17 bendan pêk tê destnîşan dike, pêkanîna qedexeya derketina derve, dijî yasayên navneteweyî ye û di serî de mafê jiyanê û tendirustiyê, hemû mafên gel hatine binpêkirin.
Her wiha, meşandina pêvajoya çareserî ya ji hêla AK Partî ve tê rexnekirin û tê îdîakirin ku, PKK di dema pêvajoya aştiyê de çek û teqamenî kişandiye bajaran û gel di navbera siyaseta hikûmet û PKK'ê de bêzar maye.
Her wiha rapor heşyarî dide ku, eger ev siyaset bi dawî neyê, gelê herêmê di warê derûnî û hestiyariyê de ji Tirkiyê vediqete.