Hingarya û Nemsa sînorên xwe li pêş penaberan dadixin
Nemsayê ji ber zêdebûna hejmara penaberan, hejmareke zêde ji leşkerên xwe şandin ser sînorê xwe bo daxistina sînor li pêş penaberan.

K24 – Navenda Nûçeyan
Nemsayê ji ber zêdebûna hejmara penaberan, hejmareke zêde ji leşkerên xwe şandin ser sînorê xwe bo daxistina sînor li pêş penaberan.
Di çarçova têkçûna plana Yekîtiya Ewropayê bo dabeşkirina penaberan li ser welatên wê, Nemsa û Hingaryayê sînorên xwe li pêş penaberan daxistin.
Bi alîkariya Artêşê xwe, Higariyayê duh tevahiya sînora xwe bi Sirbiyayê re daxist, herwiha dixwast sûrek li sînorê bi Romanyayê re jî ava bikira, lê desthilatên Romanyayê ev yek red kir û got: “Ev yek bi ramana Ewrorayê re nameşe.”
îro jî Wezareta Navxwe ya Nemsayê, bo rêgirtina li pêş penaberan, 2 hezar û 200 leşkerên xwe şandin ser sînorê bi Sirbiyayê re.
Ji aliyê xwe ve, Berdevkê Komisyona Navdewletî ya Penaberan li Cenêvê Lionard Dwêl got: “Dudiliya Ewropayê derbarê pêşwaziya penaberan de, dibe metirsî ku hejmarek ji penaberan li ser sînoran canên xwe jidest bibin.”
Yekîtiya Ewropayê di civîna pêr ya li Birokselê de, negihêşt ti biryaran derbarê dabeşkirina 120 hezar penaberên din li welatên YEyê. li gor çavkaniyên Ewropî, ku ji sala 1945an de, Ewropa mezintirîn krîza penaberan dibîne.