Qêrîna malbateke Kurd: Zarokê me derman bikin
Li Colemêrgê ciwanekî bi navê Mîkaîl Arslan ji ber şer û pevçunên li taxa wan bi giranî birindar bûbû. Ev ciwan niha li girtigeha Wanê ya tîpa Fyê girtî ye û malbata wî li benda derman kirina wî ne.
Zekî Dara / K24 - Colemêrg
Li Colemêrgê ciwanekî bi navê Mîkaîl Arslan ji ber şer û pevçunên li taxa wan bi giranî birindar bûbû. Ev ciwan niha li girtigeha Wanê ya tîpa Fyê girtî ye û malbata wî li benda derman kirina wî ne.
Li Taxa Kiran a girêdayî bajarê Colemêrgê di 28ê îlona 2015an de şer û pevçûn derketibûn. Mîkaîl Arslan li wê taxê di nava şer û pevçûnan de mabû û di encam de bi giranî birîndar bûbû. Ligel birîndariya xwe ji aliyên hêzên ewlhiyê ve hatibû binçavkirin û piştî wê jî bi biryara dozger ew xistin girtîgeha Wanê. Arslan li ser rewşa xwe ya tenduristiyê bi radyoyeke herêmî re têkilî danî û bo raya giştî nameyek rêkir. Arslan, di nameya xwe de bang û daxwaza alîkariya bo dermankirina birînên xwe dike. Li ser vê mijara dilsoj, Kurdistan24 li Colemergê bi malbata Arslan re axivî.
Xwîşka Mikaîl Arslan, Ferman Arslan diyar kir ku birayê wê piştî sê emeliyat derbas kirine ketiye binçavan û paşê jî ew xistine girtîgehê: “Em ji rayedarên dewletê dixwazin ku birayê min derman bikin. Dema em diçin hevdîtinên wî dilê me dişewite. Birayê min 17 salî ye û rewşa wî gelek xirab e, herwiha li girtîgehê bêxwedî ye.”
Diya Arslan, Fatma Arslan jî got, tu sûcê kurê wê tune ye û dixwaze bi lezgînî çareyek ji nexweşiya wî re bê dîtin: “Ew di nav şer de birîndar bûye. Wî çi ji xwe nizanî, me jî çi jê nizanî ka kîjan alî ew birindar kiriye. Ev 6 meh in li ser sedyê birîndar û bêhal e.”
Herwiha Mikaîl Arslan di nameya xwe de amaje bi wê yekê dike ku nikare bi tena serê xwe pêdiviyên xwe bi cih bîne û ligel raporta pizîşkan a derbarê “nikare di girtîgehê bimîne” jî nayê derman kirin.