Di navbera HDP û Parêzgeriya Diyarbekirê de rageşî

Ji 2ê Kanûna 2015an ve li 6 taxên navçeya Sûrê şer û pevçûnên di navbera hêzên ewlekariya dewletê û şervanên YPSê de didomin. Heta niha ji 6 taxên navçeya Sûrê kêmzêde 24 hezar kesan koç kirine.

K24 - Diyarbekir

Li navçeya Sûra Diyarbekirê şerê di navbera hêzên ewlekariya Tirkiyê û Şervanên Yekineyên Parastina Sivîl (YPS) de didomin. Hevserokê Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) Selahedîn Demîrtaş, gazî xelkê Diyarbekirê kiribû ku ew 2ê Adarê roja Çarşemê saet 4ê êvarê bi girseyî bimeşin navçeya Sûrê û operasyonên hêzên ewlehiyê protesto bikin. Piştî daxûyaniyên Demîrtaş, Parêzgerê Diyarbekirê Huseyîn Aksoy jî got; “Bila xelkê bajêr bi ‘aqlê-selîm’ tevbigerin, em destûra ti xwepêşandan û meşên derqanûnî nadin.”

Li kolana bi navê Gazî ya navçeya Sûrê. Ji 3 meh an zêdetir e ku tirimbêlên zirpoş cebilxaneyê dikşînin nav 6 taxan. Heta niha sivîl, çekdar û hêzên ewlehiyê jî di nav de kêmzêde 345 kesan canê xwe ji dest dane. Hevserokê HDPê Selahedîn Demîrtaş, ragihand ku ew naxwazin êdî ti kes li nava Sûrê canê xwe ji dest bide. Ji ber vê yekê xwest ku xelkê Diyarbekirê beşdarî meşe bibe.

Demîrtaş got: “Bi çekdarên li nava Sûrê re têkilî hat danîn û ev yek ji Enqerê re hat ragihandin, lê belê ji Enqerê bersiv nehat. Eger ku qedexeya derketina derve hatibûya rakirin dê berxwedana çekdarî jî li Sûrê bi dawî bibûya. Lê ji Enqere bersiv nehat û me jî biryara meşa Sûrê da.”

Li jêr Baxçeyên Hewselê û li jor jî Keleha Diyarbekirê xûya dike. Herdu berhemên dîrokî di lîsteya Unesco ya mîrateyên dinyayê de ne. Lê niha li ser xaniyên di hembêza kelehê de pevçûn didomin. Parêzgeriya Diyarbekirê radigihîne ku, dê 24 Hezar niştecihên Sûrê yên ku ji ber pevçûnan koçber bûne dîsa vegerin ser warên xwe û dê tehrîbata pêk hatî were nûkirin.

Parêzgerê Bajêr Huseyîn Aksoy li ser van mijar û gotinên Demîrtaş wiha axifî: “Em alikariya madî me’newî ya xelkê Sûrê dikin, û bila ti kes beşdarî meş û xwepêşandanên derqanûnî nebin. Bila sivîl ji nav pevçûnan derkevin û çekdar jî xwe radestî dewletê bikin. Ji Sedî 98ê Sûrê ji çekdar, berbest û xendekan hatiye paqijkirin. Operasyon ber bi dawibûnê ve diçe.”

Ji 2ê Kanûna 2015an ve li 6 taxên navçeya Sûrê şer û pevçûnên di navbera hêzên ewlekariya dewletê û şervanên YPSê de didomin. Heta niha ji 6 taxên navçeya Sûrê kêmzêde 24 hezar kesan koç kirine. Hejmareke zêde ya xaniyan ji ber pevçûnan kavil bûne. Pevçûn li cihekî teng berdewam dikin.