Di xwepêşandana ji bo Sûrê de bûyer derket in

Di xwepêşandanên li Diyarbekirê de bûyer derketin. Polîsan bi ava şîd û gaza rondikrêj mudaxaleyî xelkê ku dixwest bimeşin navçeya Sûrê kir. Ji hêla din ve xelk ji kolanan dernakevin.

K24 - Diyarbekir

Di xwepêşandanên li Diyarbekirê de bûyer derketin. Polîsan bi ava şîd û gaza rondikrêj mudaxaleyî xelkê ku dixwest bimeşin navçeya Sûrê kir. Ji hêla din ve xelk ji kolanan dernakevin.

Xelkê bajêr li ser banga Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahedîn Demîrtaş saet li 16.00an li cihên cûda kom bûn û xwestin ku ber bi Sûrê bimeşin. Lê hê jî meşê destpê nekirî polîsan mudaxaleyî wan kir. Esnaf û bazirganan deriyên dikanên xwe girtin. Alozî berdewam dikin.

Ji 2ê Kanûna 2015an ve li 6 taxên navçeya Sûrê şer û pevçûnên di navbera hêzên ewlekariya dewletê û şervanên YPSê de didomin. Heta niha ji 6 taxên navçeya Sûrê kêmzêde 24 hezar kesan koç kirine. Hejmareke zêde ya xaniyan ji ber pevçûnan kavil bûne. Pevçûn li cihekî teng berdewam dikin.

Li Bakurê Kurdistanê ji destpêka proseya şer heta niha, di 7 bajaran de 58 caran qedexeya derketina kolanan hat ragihandin û di encama pevçûnan de jî bi tevahî 259 sîvîlan canê xwe ji dest dan. Qedexeya derketina kolanan li Cizîr, Qezex, Sûr û Silopiyê jî hê didome.