Li Hewlêrê projeya "Dîwarê Mîhrîbaniyê"

Serpereştyarê projeya "Dîwarê mîhrîbaniyê" Resûl Salih da zanîn ku Kurdistanê hejmara kesên pêwistiya wan bi alîkariyê heye roj bi roj zêde dibe, lewra ji bo xwedî derketina wan dest bi projeyeke wiha kirine.

K24 - Hewlêr

Serpereştyarê projeya "Dîwarê mîhrîbaniyê" Resûl Salih da zanîn ku Kurdistanê hejmara kesên pêwistiya wan bi alîkariyê heye roj bi roj zêde dibe, lewra ji bo xwedî derketina wan dest bi projeyeke wiha kirine.

Li bajarokê Bineslaweya Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê, ji bo alîkariya kesên xwedan pêdivî kampanya "Dîwarê Mihrîbaniyê hat destpêkirin. Li bajarokê Bineslawe bi slogana "Eger pêwistiya te pê nebe deyne, eger pêwistiya te pê hebe hilgire" da kesê ku pêdiviya wan pê nema be, cilên xwe yên bikarhatî bi dîwarekî ve didaleqînin û kesên ku pêwistiya wan pê hebe li gor pêdiviya xwe çi bi bixwazin ji xwe re dibin. 

Xwediyê fikra vê kampanyayê Resûl Salih ragihand ku ev proje ne tiştekî nû ye û gotÊ "Par li welatên derdorê ev kampanya hebû, me jî got bila îsal li Kurdistanê jî hebe." Salih da zanîn ku bi zêdebûna hejmara koçber û penaberan li Herêma Kurdistanê, roj bi roj hejmara kesên xwedan pêdivî jî zêde dibe û wiha axifî: "Ji bo xwedî derketina van kesan me dest bi projeyekê wiha kir. Gelek kes cilên xwe yên ku êdî bikarnayînin tînin bi "Dîwarê Mîhrîbaniyê" ve didaleqînin."

Derbarê wêya gelo xelk çawa pêşwaziya vê kampanyayê dike, Salih got: "Di serî da me dît ku welatî hinekî şerm dikin, ji ber vê yekê em êdî gelekî li ber dîwêr nasekinin. Lê di heman demê da ji bo kampanya neyê şêlandin, em ji dûr ve dişopînin. Welatiyên mihtac her weke ku ji dikanekê cilan ji xwe re bikirin, tên li xwe dikin û diceribînin. Di heman demê da welatiyên xêrxwaz jî, ji kampanyayê memnûn in. Berê cilên kevin diavêtin çopê, lê niha derfeta xêrê ket destê wan."

Serpereştyarê projeyê Resûl Salih axafina xwe wiha qedand: "Niha kelûpelên me ji cil, pêlav, çente û pêlîstokên zarokan pêk tên. Lê em di wê fikrê de ne ku dê eleqeya welatiyên zêdetir bibe û wê naverok berfirehtir bibe. Tiştên wek kitêb û pêdawistiyên nav malan jî wê bi dîwêr ve bên daleqandin."

Li Hewlêrê projeya
Li Hewlêrê projeya
Li Hewlêrê projeya
Li Hewlêrê projeya
Li Hewlêrê projeya
Li Hewlêrê projeya
Li Hewlêrê projeya
Li Hewlêrê projeya
Li Hewlêrê projeya
Li Hewlêrê projeya
Li Hewlêrê projeya
Li Hewlêrê projeya