YPG nasnameya 20 şervanên xwe aşkere kir
Berî niha Berdevkê YPG Rêdûr Xelîl ragehandibû ku, di êrîşa çekdarên Girê Spî de 43 şervanên wan şehîd bûne.
K24- Qamişlo
Yekîneyên Parastina Gel(YPG) nasnameya 20 şervanên xwe ku di şerê wê dawî yê bajarê Girê Spî şehîd bûbûn ragehand.
Derbarê vê mijarê de, Navenda ragehanda YPGê daxuyaniya belav kir, tê de wiha hatibû gotin: "Şoreşa Rojava Şoreşa rastî û azadiya gelan e, şervanên me bi qehremanî bersiva êrîşn DAIŞê dan, herwiha bi hemû hêza xwe berevaniya xaka Rojavayê Kurdistanê kirin, heta ku xwîna xwe di bere de rijandin û şehîdbûn."
Di daxuyaniya YPGê de nav û paşnavên her 20 şervan hatiye aşkere kirin, li gor wê daxuyaniyê ew her 20 şervan di şerê Girê Spî yê de dema ku çekdarên DAIŞê bi çend mihweran ve di 27ê meha borî de êrîşî wî bajarokî kir bûn şehîd bûne,
Berî niha Berdevkê YPG Rêdûr Xelîl ragehandibû ku, di êrîşa çekdarên Girê Spî de 43 şervanên wan şehîd bûne.