Hikumeta Herêmê mehane pereyan dide Kerkûkê.
Biryare ji niha û paşve hikumeta Herêma Kurdistanê, mehane 10 milyon dolaran bide parêzgeha Kerkûkê wek pereyê pitrodolarê.
K24- Kerkûk:
Biryare ji niha û paşve hikumeta Herêma Kurdistanê, mehane 10 milyon dolaran bide parêzgeha Kerkûkê wek pereyê pitrodolarê.
Di hevpeyvînekê de bo Kurdistan 24, Fûad Husên endamê Komîteya Pitrol û gazê di Civata Parêzgeha Kerkûkê de ragehand: Wezareta Samanên Sirûştîya hikumeta Herêama Kurdistanê nivîsînek arasteyê parêzgeha Kerkûkê kirye ku ji niha û paşve mehane dê 10 milyon dolaran ji pişka pitrodolarî bixe ser hijimarteya bankîya Kerkûkê.
Hevwelatîyekê Kerkûkê jî, evê pêngava hikumeta Herêma Kurdistanê bi pêngavek giring dizane, lê ser wê yekê re, guman heye li ser çawanîya xerckirina ewê pareyê.
Hevwelatîyekê bajarê Kerkûkê bi Kurdisatn 24 got: destxweşîyê li hikumeta Herêma kurdistanê dikin bo evê biryarê, belê erê ev pereyê ku bo Kerkûkê dihê dan, erê dikeve destê kê? Di keve desatê gendelkaran yan dê bo rajeya bajarîye.
Hevwelatîyek din dibêje: Pêngaveka başe, eger ev pere bigehe Kerkûkê, êdî me pêdivî bi Bexdayê namîne.
Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm, berê girêbestek li gel wezareta Samanên Suriştîya Herêma Kurdisatnê wajû kiribû, biryar bû li hember hinartina her bermîleka pitrola Kerkûkê, dû dolaran bide parêzgeha Kerkûkê, lê bi egera tengijeya darayîya Herêma Kurdistanê ev pere bû yek dolar.
Ev di demekê de ye ku li salên bûrî Bexdayê hinek pere didan Kerkûkê, lê zêdetir ji dû salane çi pere ji alîyê hikumeta Îraqê ve negihaye Kerkûkê.