HSD navçeya Silok ji DAIŞê baqij kir
Hêza Sûriyê ya Demokratîk(HSD) ji şervanên Kurd, Ereb û Xiristyanan pêk tê, Yekîneyên Parastina Gel(YPG) hêza sereke ne di nav HSD de.

K24-Girê Spî
Hêza Sûriyê ya Demokratîk(HSD) bajarokê Silok ser bi bajarê Reqayê ji çekdarên DAIŞê baqijkirin û karîn 11 kêlometreyan bipêşve herin.
Derbarê kontirolkirina navçeya Silok , hêza Sûriyê ya Demokratîk(HSD) daxuyaniyek belav kirin, tê de tekez kirin ku, weke tolvekirina her du zarokên ku li ser destê DAIŞê hatibûne kuştin yên binavê Cûdî û Êlîn Xelef, wan karîn bajarokê Silok ji çekdarên DAIŞê kontirol bikin û otombîlekî wan jî armanc bikin.
HSDê aşkere kir ku, ew dê kemerekî bi armanca berevanî û parastinê li derdora kantona Cizêrê û navçeyê Girê Spî çêbikin. Daxwaz ji welatiyên deverê kir ku, alîkarî û piştevaniya wan were kirin.
Hêza Sûriyê ya Demokratîk(HSD) ji şervanên Kurd, Ereb û Xiristyanan pêk tê, Yekîneyên Parastina Gel(YPG) hêza sereke ne di nav HSD de.