Daişê burdûmana supayê Îraqê kir li mihwerê Mexmûrê.

Çekdarên Daişê serbzgeha Giresora sûpayê Îraqê li mihwerê Mexmûrê burdûman kir û di encam de hijmareka serbazên Îraqî hatin kuştin û birîndarbûn.

K24- Hewlêr:

Çekdarên Daişê  serbzgeha Giresora sûpayê Îraqê li mihwerê Mexmûrê burdûman kir û di encam de hijmareka serbazên Îraqî hatin kuştin û birîndarbûn.

Wek amadekarîyekê bo rizgarkirna Mûsilê ji destên Daişê, supayê Îraqê hêzên serbazî li serbazgeha Giresorê li mihwera Mexmûrê akincî kirine.

Efserekê supayê Îraqê bi pileya Eqîd ku nevîya nave wî bihê aşkerakirin, taybet bi malperê Kurdistan 24 ragehand: Çekdarên Daişê serbazgeha giresorê  burdûman kirin li mihwerê Mexmûrê,. Di encam de 4 serbaz hatin kuştin û 19 serbazên din hatin birîndar kirin.

Ew efserê supayê Îraqê got jî: Heya demjmêr 9:30 sipêdeya evro, firokeyên hevpeymanan li wê deverê bi çirî burdûmana çekdarên Daişê dikirin.

Bi armanca rizgarkirna bajarê Mûsilê meha bûrî çend karwanên supayê Îraqê ji Bexdayê ve gehiştin serbazgeha Giresor li mihwera Mexmûrê. Ew hêzên sûpayê Îraqê ji alîyê Emerîkayîyan ve meşq û rahînan pê hatine kirin û bo rizgqarkirina Mûsilê hatine amadekirin.

Berê wezîrê berevanîya Îraqê Xalid Ûbeuydî di dema şandina yekeyeka serbazî ji lîwaya 71 ji Bexdayê bo Mexmûrê, ragehand: Pêşmerge pişikdarîyê li rizgarkirina Mûsilê dê bike, hevahengîyeka temam jî wan li gel hêzên asayîşî û Hevpeyamanên Nêvdewletî  heye, biryara pişkdarîkirina Heşda Şeibî jî di rizgarkirina Mûsilê de, bi destê supa salrê Îraqêye.

Necim Elcebûrî, fermandeyê opirasyûna Neynewa ragehandibû: Em bo destpêkirina opirasyûna rizgarkirina Mûsilê ji destên Daişê, li benda demjimêr Sifirin.

Necim Elcebûrî amaje bi hêzên serbazîyên Îraqê kir ku li nêzîk Mexmûrê di akincîne û got: Yekeyên serbazî amadene bo destpêkirina piroseya rizgarkirina Mûsilê û em li hêvîya fermanên serveyê xwe ne.