Hikumeta Herêma Kurdistanê bac û risûmatên hatûçûnê zêde dike.

K24: Hewlêr:

Civata wezîrên Herêama Kurdistanê fermanek arasteyê Rêveberatîya Hatûçûna Herêma Kurdistanê kirîye, têde hatîye bac û sizayê serpêçîyên Hatûçûnê bihên zêdekirin.

Gotebêjê rêveberîya Hatûçûna Hewlêrê rayîd fazil Hacî Osman, tayebet bi Kurdistan 24 ragehand: Ev biryar ji seroakatîya Civata Wezîrên Herêmê hatîye û aramanc ji biryarê komkirina dahatêye  bo baştirkirina rewşa rêyên serekîyên Herêma Kurdistanê.

Piştî ku Herêma Kurdistanê hevrûşî tengijeya darayî bûy, rêyên serekîyên Herêmê xirab bûne û hikumet jî gazindeyan ji kêmîya dahata pêdivî dike bo nûjenkirin û rêkxistina wan.

Li gor wê nivîsara ku wezîrê hindûrî arsteyê rêveberîyê Hatûçûnê kirîye, nirx bi vî awayîne:

  • Derxistana Molet(Îcaze) ji 10 hezran bûye 40 hezar dinar.
  • Guhertina xûdanîya otombîlê ji 50 hezran boye 100 hezar dînaran.
  • Otombîlên kirê ji 50 hezaran bo 55 hezar dînaran.
  • Girêdana kevalê ji 36 hezaran bo 50 hezarar dînaran.
  • Risûmatên bikarhînana cadeyan bo otombîlên taybet salane 10 hezar dinar, bo otombîlên giştî 20 hezar dinar, bo barhilgiran jî 50 hezar dinar, bo çandninê 20 hezar dinar û bo matorsiklan jî 5 hezar dinar.