Di aloziyên Diyarbekirê de 34 kes hatin desteserkirin

Bîlançoya aloziyên doh li Diyarbekirê jî eşkere dibe. Li gorî ragihandina parêzgeriyê, 34 kes hatin desteserkirin. Herî kêm 5 kes jî birîndar bûn.

K24 - Diyarbekir

Bîlançoya aloziyên doh li Diyarbekirê jî eşkere dibe. Li gorî ragihandina parêzgeriyê, 34 kes hatin desteserkirin. Herî kêm 5 kes jî birîndar bûn. Herwiha zarokek jî di nav de 12 kesên din ji nava pevçûnên Sûrê radestî hêzên ewlekariyê bûn. Ji hêla din ve qedexeya hatûçûnê ji bo 9 taxên navçeyê dîsa hat rakirin.

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahedîn Demîrtaş û Hevserokên DBPê û KCDê ligel xelkê bajêr li cihên cûda kombûn û xwestin ko bimeşin Sûrê. Lê hêzên ewlehiyê bi ava şîd û gaza rondikrêj destwerdana wan kiribû. Li gorî agahiyên fermî 34 xwepêşandan hatin desteserkirin. Derbarê desteserkiriyan de lêpirsîn didome.

Li 6 taxên navçeya Sûrê ev 92 roj in ku di navbera şervanên Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) û hêzên ewlekariya dewletê de şer û pevçûn didomin. Li gorî agahiyên fermî heta niha 346 kesan canê xwe ji dest dane. Li gorî ragihandina parêzgeriyê operasyon ber bi bidawîbûnê ve diçe.