Malbata Ogut careke din hat şewitandin

Li gundê Vartînîsa Mûşê 9 kes ji ber şewitandinê, canê xwe ji dest dabûn. Di doza Vartînîsayê de, yek polîs 3 jî leşker hatibûn sûcdarkirin, lê biryara bêtawanbûna wan hat dayîn.

Gonul Gun / K24 - Stenbol

Li Bakurê Kurdistanê di salên 1990an de, gelek welatiyên sîvîl ji aliyên dewlata Tirk ve hatibûn kuştin. Digel vê li gundê Vartînîsa Mûşa Bakurê Kurdistanê 9 kes ji ber şewitandinê, canê xwe ji dest dabûn. Di doza Vartînîsayê de, yek polîs 3 jî leşker hatibûn sûcdarkirin, lê biryara bêtawanbûna wan hat dayîn.

Li gundê Vartînîsa Muşa Bakurê Kurdistanê, di 2ê Cotmeha sala 1993an de, tevî 7 zarok û hevsera xwe ya ducanî Nasir Ogut hatibû kuştin.

Ji malbatê, tenê Aysel Ogut sax ma. Hat diyar kirin ku Aysel Ogut sê sal berê, piştî 22 salan doz, ji ber gelek zor û zextan daye dest pê kirin. Doz, ji ber sedema ewlehiyê li bajarê Kirikkaleya Tirkiyê hat kirin. Dadgeh derheqê polîs û leşkerên ku hatibûn sûcdarkirin de, ‘ bi sedema bo diyar kirina kujeran delîl terê nake, ‘ biryara bêtawanbûnê da.  

Yek ji Parêzerê doza Vartînîsê, Kadîr Karaçelîk dibêje ku ew dê piştî vê yekê, dozê bo temyîzê bibin Dadgeha Bilind. Parêzer Karaçelîk diyar dike ku eger bo temyîzê serîlêdana wan a Dadgeha Bilind were red kirin û tu derfetên dadgehên Tirkiyê çênebe, ew ê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bidin.

Li gor daneyên bi dest xistî, di 10ê Pûşbera 2015an de dozger di mutaleya xwe de diyar kiribû ku ‘ji ber xemsariya sûcdaran, malbata Ogut hatibû kuştin.’ Lê belê dozger vê carê mutaleya xwe guherand. Tenê bo sûcdarekî mehkûmiyet û bo sê kesên din jî serbest berdanê xwest.

Amaje pê hat kirin ku parêzerên Aysel Ogut jî ji dadgehê, daxwaza girtina çar kesên sûcdar, kiriye. Lê belê dadgeh bo çar kesan biryara beraetê da. Aktîvîsta Mafên Mirovan û Parêzer Eren Keskîn jî dibêje ku pirsa dewleta Tirkiyê ya herî mezin ev e ku Tirkiye hiqûqî nasnake. Digel vê yekê Hikûmet niha bi hinek aliyên re ketiye nav têkiliyên qirêj. Loma biryara dadgehan jî li gor vê yekê tê dayîn.

Aktîvîsta Mafên Mirovan û Parêzer Eren Keskîn derbarê mijarê de wiha axifî: “Niha wezaret pêşnûmaya zagoneke nû dê amade bike. Êdî bi destûra wezaretê, incax doz ji bo hêzên ewlehîyên ku li Bakurê Kurdistanê kesên sîvîl kuştine, wê were vekirin.”

Wek tê zanîn di salên 1990an de, ji ber şerê li Bakurê Kurdistanê 3 hezar û 500 gund ji aliyê hêzên dewletê ve  yan hatin vala kirin yan jî hatin şewitandin.