Li Stenbolê berpirsê DHKP-C hat girtin

Hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê li Stenbolê, dijî rêxistina DHKP-C operasyon dan destpêkirin. Hat diyar kirin ku berpirsê rêxistinê jî tê de 4 gumanbar hatin girtin.

K24 - Stenbol

Hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê li Stenbolê, dijî rêxistina DHKP-C operasyon dan destpêkirin. Hat diyar kirin ku berpirsê rêxistinê jî tê de 4 gumanbar hatin girtin.

Piştî êrîşa 2 jinên DHKP-Cyî polîsan li dijî wê rêxistinê li Gazîosmanpaşaya Stenbolê dest bi operasyonê kir.

Di operasyonê de 4 demençe, 8 şarjor û hezar gule hatin bidestxistin. Di nav 4 kesên ku hatine girtin de berpirsê DHKP-C yê Huseyîn K. jî heye.

Rêxistinê êrîşa xwe ya dawî li avahiya hêzên ewlekariyê pêk anîbû. Di êrîşê de 2 jinên DHKP-Cyî hatin kuştin, 2 polîs jî birîndar bûn.