Hejmara birîndarên êrîşa Nisêbînê gehişt 35 kesan
Parêzgeriya Mêrdînê ragihand ku di êrîşa îro ya li navçeya Nisêbînê de 2 polîsan cane xwe ji dest dane û 2 jê sivîl ji polis û malbatên wan jî 35 kes birîndar bûne.
K24 – Mêrdîn
Parêzgeriya Mêrdînê ragihand ku di êrîşa îro ya li navçeya Nisêbînê de 2 polîsan cane xwe ji dest dane û 2 jê sivîl ji polis û malbatên wan jî 35 kes birîndar bûne.
Li Navçeya Nisêbîna Mêrdînê hinek kesên nenas bi tirimbêla bombebarkirî êrişî lojman û avahiya polîsan kiribûn. Berî niha hatibû ragihandin ku 14 kes birîndar bûne, lê li gor parêzgeriyê hejmara birîndaran derket 35 kesan.
Vê sibê saet 6an hinek kesên nenas bi otomobîleke bombebarkirî û çekên girin êrîşî lojman û avahiya polîsan kiribûn ku dikeve ser rêya Hevrîşîm. Di teqîna bihêz de li avahiya polîsan û lojmanê de agir derket û zerareke mezin gehişt avahiyan. Hat zanîn ku piştî êrîşê şer derketiye û hêzeke zêde ya ewlekariyê bo navçeyê hatiye şandin.
Ji aliyekî din ve li Hezexa Şirnexê ku çend roj dibe operasyon lê berdewam in, hat ragihandin ku îro şer di navbera leşkerên Tirk û şervanên Yekîneyên Parastina Sivîl de derket û di encamp de 2 leşker hatin kuştin.