Li Stanbolê 4 êrîşên bi çek hatin kirin

Li Stenbolê ev cara yekem e ku di nav rojekê de 4 êrîşên bi çek hatin kirin, di encamê de 2 hatin kuştin û 3 kesên din jî birîndar bûn.

K24 – Stanbol

Li Stenbolê ev cara yekem e ku di nav rojekê de 4 êrîşên bi çek hatin kirin, di encamê de 2 hatin kuştin û 3 kesên din jî birîndar bûn.

Li Stenbolê êrîşa yekem, li Bayrampaşayê li dijî avahiya hêzên ewlekariyê hat kirin. Di vê êrîşê de 2 jinên êrîşkar ku xwe li avahiyek veşartibûn hatin kuştin û 2 polîs birîndar bûn.

Ber bi êvarê, li ser rêya Tekstîlkentê bi çek êrîş li otobêsa ku tê de xebatkarên dadgehê hebûn hat kirin. Guleyên çek ketin wesayîta polîsan ku ji bo parastinê nêzî otobêsê bû.

Êrîşa sisiyan li Leventa Beşîktaşê, li wesayîta Rektorê Zanîngeha Fatîh Sultan Mehmetê Prof. Dr. Musa Duman hat kirin. Lê rektor di nav otomobîla xwe de nebû, tenê ajokarê wesayîtê ji lingê xwe birîndar bû.

Êrîşa dawî li Okmeydaniyê pêk hat. Ji otomobîleke spî gule berdan otomobîla zirxpoş a polîsan. Dûv re polîs da pey êrîşkaran lê 3 kesên êrîş pêk anîbûn nehat girtin.

Saziya Saloxgeriya Tirkiyê, berê niha ji bo rê li ber girtina êrîşên mezin yên li bajarên metropol rêvebirên ewlekariyê yên bajaran hişyar kiribû.