Vatîkan: Pêkhateyên Herêma Kurdistanê bi aramî dijîn

Balyozê Vatîkanê li Iraq û Urdinê dibêje, tiştê balkêş li Herêma Kurdistanê ew e, ti cudahî di navbera pêkhateyan de nîne.

K24 – Hewlêr

Balyozê Vatîkanê li Iraq û Urdinê dibêje, tiştê balkêş li Herêma Kurdistanê ew e, ti cudahî di navbera pêkhateyan de nîne.

Balyozê Vatîkanê li Iraq û Urdinê Alberto Ortega Martin, îro yekem car serdana Herêma Kurdistanê û Xiristiyanên li nahiya Ênkawayê li Hewlêrê kir.

Martin derbarê serdana xwe ji K24ê re ragihand ku, ew agahdar in ku piştî êrîşa DAIŞê li ser Herêma Kurdistanê, hejmara penaberan zêde bûye.

Martin amaje kir, tiştê balkêş li Herêma Kurdistanê ew e, ku bê cudahî hemû pêkhate jiyana xwe bi aramî birêve dibin.