Masûd Barzanî: Pêşmerge dastaneke bêhempa tomar kir
Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî, îro peyamek arasteyî hêza Pêşmerge kir û got, îro Pêşmerge dastaneke bêhempa li beramber teroristan tomar kir.
K24 – Hewlêr
Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî, îro peyamek arasteyî hêza Pêşmerge kir û got, îro Pêşmerge dastaneke bêhempa li beramber teroristan tomar kir.
Barzanî di peyama xwe de got: “Spas ji xwedêyê mezin re, ku ew êrîşa teroristan ji aliyê hêza Pêşmergeyên Kurdistanê ve hat têkşikandin û ziyaneke mezin gihandin teroristan. Hêza Pêşmerge jî destaneke bêhempa tomar kirin.
Çekdarên DAIŞê Îro demjimêr 6ê serê sibehê, li eniya rojavayê Dicle, êrîşî sêrêya Keskê, birca Keskê ê Aska Mûsilê kirin, lê Pêşmerge rûbirûyê wan bûn û nehiştin gavekê jî pêşde werin.
Di peyama Barzanî de hat jî: “Ji ber wê serkeftina mezin, pîrozbahî li gelê Kurdistanê û hemû Pêşmergeyên qehraman dikim. Spasiya fermande û Pêşmergeyên eniya rojavayê Dicle, fermandeya Zêrevanî, fermandeya Dihok, fermandeya hêza Piştevaniyê, Leşkerên Rojava û hêza Ihtiyat dikim, ku ew beşdarî wê serkeftinê bûne û dijmin têk şikandin.”
Herwiha, Barzanî hêviya çakbûnê bo birîndarên hêza Pêşmerge jî xwast.
Bazanî amaje bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî kir, ku firokeyên wê bi piştevaniya hêza Pêşmergeyên Kurdistanê rolekî girîng hebû.
Barzanî got jî: “Pêzanîna min ya bêsînor heye, ku dilêrî û qehremaniya hêza Pêşmerge li hemû eniyên şer bergîriyê li gel û niştimaniya xwe dikin. heta gelê Kurdistanê xwedî rola çavnetirs û dilêr wek we be, her dem stûxarî û têkçûn ji dijmin û neyaran dimîne.”