Îbrahîm Kurdo: Dê federasyon were ragihandin
K24 – Navenda Nûçeyan
Rayedarên Rêveberiya Rojavayê Kurdistanê eşkere kirin ku êdî pergala kantonan têrî xizmeta gel nake û divê federasyon bê ragihandin.
Rêveberiya Rojavayê Kurdistanê ji destpêka şerê navxweyî yê Sûriyê û vir ve di destê Kurdan de ye û bi pergala kantonan tê birêve birin. Kurdan piştî şer destpê kir hem ku şer û pevçûn li Rojava belav nebin hem jî herêma li ser dijîn, ku ji hemû mafan hatibûn bêpar kirin, birêve bibin li Efrîn, Kobanê û Cizîrê kanton ragihandibûn. Lê belê ji aliyê Kurdan ve jî li hember vê pergalê nerazîbûn hebûn û xuya ye ku êdî pergala kantonan têrî Rojavayê Kurdistanê nake.
Digel destpêkirina agirbesta li Sûriyê ku 27ê Sibatê ketibû meriyetê û şer bi temamî nehatibe sekinandin jî pevçûnên li tevahiya welat hinekî kêm bûbûn, niqaşên li ser pêşeroj û pergala rêvebirinê ya Sûriyê jî geş bûn. Wezîrê Dervê yê Emerîkayê John Kerry di gotareke xwe de li ser vê meselê ragihandibû ku eger agirbest negihije armanca xwe û şer nesekine dibe ku plana B parçebûna Sûriyê be.
Rûsyayê derbarê axaftina Kerry de nerazîbûn nişan dabû û diyar kiribû ku plana B tune ye. Lê belê Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Ryabkov roja Sêşemê (29.02.2016) di civîneke çapemeniyê de eşkere kiribû ku ew wiha difikirin pergala federaliyê ji bo Sûriyê maqûl be. Ji bo pêşeroja Sûriyê, pergala federalîzmê ne tenê di rojeva hêzên cîhanê de, di rojeva hêzên li herêmê de ye jî û îro Cîgirê Serokê Desteya Peyvendiyên Derve yê Kantona Kobanê Idrîs Nesan jî ragihand ku dibe Rojavayê Kurdistanê (bakûrê Sûriyê) bi federaliyê bê birêve birin.
Li ser pêşeroj û niqaşên federasyonê ji bo Sûriyê, Wezîrê Karên Derve yê Kantona Kobanê Îbrahîm Kurdo û Hevseroka Meclîsa Zagonsaz a Kobanê Fewziya Evdo ji BasNûçe’yê re axivîn û ragihandin ku êdî pergala Kantonan têrî Rojava nake û divê Rojava û Sûriyê bi pergala federasyonê bên bi rêve birin.
Kurdo: Wê federasyon were ragihandin
Wezîrê Karên Derve yê Kantona Kobanê Îbrahîm Kurdo eşkere kir ku amadekariyên federasyonê tên kirin û got gel, sazî û siyasetmedaran lêkolîn kiribûn ji bo federasyonê. Îbrahîm Kurdo eşkere kir ku hê li hinek cihên di nava Rojava de endamên DAIŞ, El Nusra û Ehrar el Şamê hene û divê ew bên paqijkirin. Kurdo wiha axifî: “Divê ew deverên di destê çeteyan de bên paqijkirin. Piştre jî wê federasyon were ragihandin. Niha amedekarî hene û pergala federasyonê di rojeva me de ye.”
Kurdo bal kişand ser kantonan jî û got ku ev pergal jî serkeftî bû lê erdnigariya di destê wan de berfireh bûye êdî ev pergal têrî xizmeta gel nake û divê federasyon bê îlan kirin. Kurdo herwiha eşkere kir ku hê dema ragihandina federasyonê ne diyar e û divê pêşî Ezaz û Cerablûs werin rizgar kirin.
Evdo: Proseya federasyonê di dewrê de ye
Hevseroka Meclîsa Zagonsaz a Kobanê Fewziye Evdo jî got ku dema ku pergala Xweseriya Demokratîk hat ragihandin proseya Rojava ne 3 kanton bûn û herêmên Rojava ji hev hatibûn qût kirin û pêwendiya hersê herêman a ligel hev zêde tune bû ji ber wê yekê 3 kantonên cuda hatin îlan kirin.
Di berdewamiya axftina xwe de Evdo got ku rewş hatiye gûhertin û wiha axivî: “Rewş li Sûriyê jî û li Rojava jî gûherî. Kobanê û Cizîrê gihiştin hev. Kobanê bi tevahî hat rizgar kirin” Evdo ragihand ku kanton têrî pêdivî û pêdawîstiyên xelkê li herêmê nake û proseya ku niha di dewrê de ye federasyon e. Evdo diyar kir ku ji bo Rojava û Sûriyê tişta herî maqûl federasyon e û eşekere kir ku dê navendeke Rêveberiya Federasyonê pêk bê û dê herkes tê de cih bigire.
Hêjayî gotinê ye Serokatiya Herêma Kurdistanê jî doh bi daxuyaniyekê piştevaniya xwe ya ji bo Sûriya federal ragihandibû û bang li partî, rêxistin û saziyên Kurdan ên li Rojavayê Kurdistanê kiribû ku helwesta xwe bikin yek û daxwaza federasyonê bikin.