HSDê li çiyayê Kizwanê 3 gund kontrol kirin

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) sê gund li rojavayê çiyayê Kezwanê li parîzgeha Hesekê ji destê DAIŞê kontrol kir.

K24 – Hesekê

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) sê gund li rojavayê çiyayê Kezwanê li parîzgeha Hesekê ji destê DAIŞê kontrol kir.

Li gorî peyamnêrê K24 li Hesekê, duh HSD di çarçoveya operasyona xwe ya (tolhildana ji bo Cûdî û Êlîn)  de  karîn gundê Bîr Hebayê, Tirwaziyê û el-Sirba, ku 43 K.M dikeve rojavayê çiyayê Kizwanê ji destê DAIŞê kontrol bikin.

Di 16ê vê mehê de, Hêza Sûriyê ya Demokratîk (HSD) dest bi rizgarkirina bajarokê Şedadê û gundên wê kirbû, piştî sê rojan û di 19ê heman mehê de ew bajarok hate rizgarkirin.

Oprasyona HSD, rizgarkirina tevahiya navçeya li başûrê Şedadê heya başûrê Girê Spî bo pêkanîna kemereke ewlehiyê li derdora herêma Cizîrê û navçeya Girê Spî berdewam e.