Seroka Şaredariya Silopiyê hat girtin

Seroka Şaredariya Silopiyê Emîne Esmer hat girtin. Tîmên Rêveberiya Ewlehiyê bi îdiaya ku alîkariya PKK/KCKê kiriye li avahiya şaredariyê Emîne Esmer binçav kiribûn.

K24 – Şirnex

Seroka Şaredariya Silopiyê Emîne Esmer hat girtin. Tîmên Rêveberiya Ewlehiyê bi îdiaya ku alîkariya PKK/KCKê kiriye li avahiya şaredariyê Emîne Esmer binçav kiribûn.

Piştî kar û barên li ewlehiyê Esmer bi biryara dadgeha nobedar hat girtin. 

Esmer di 23ê Sibatê da bi hinceta ku alîkariya PKK/KCKê kiriye hatibû binçavkirin. Esmer li dadgeha nobedar bi şertê kontrola edlî serbest hatibû berdan û dozgeriyê îtiraz kiribû.

Hêjayê gotinê ye di van demên dawî de girtina siyasetmedar û ciwanên Kurd li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bi awayekî ber bi çav zêde bûye.