Li Kirmanşan veberhênan ber bi nemanê ve diçe

Li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê zêdeyî 4 milyon bêkar hene û bajarê Kirmanşan ê Rojhilatê Kurdistanê di warê bêkariyê de di rêza yekem de ye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê zêdeyî 4 milyon bêkar hene û bajarê Kirmanşan ê Rojhilatê Kurdistanê di warê bêkariyê de di rêza yekem de ye.

Derbarê mijarê de Nûnerê Kirmanşan li Parlamentoya Îranê Ebdûlreza Misrî, ji FarsNewsê re got ku li Îranê asayîşa sermaye, berhemanîn û firotinê nîne û sermayedar nikarin di sektora aborî de çalakiyan bikin.

Li gor Misrî, kêmbûna derfeta kar li Îranê bûye sedem ku 4 milyon û 500 hezar kes bêkar bimînin û ev hejmara han jî berdewam zêde dibe. Derbarê Kirmanşan de jî Misrî got: "Veberhênan li Kirmanşanê ber bi nemanê ve diçe û tu hêviyek bo peydakirina kar li bajêr nemaye."

Hersê parêzgahên Kirmanşan, Îlam û Loristan ên Rojhilatê Kurdistanê di warê bêkariyê de di rêza yekem de ne û welatî jî dixwazin ku derfeta kar ji wan re were dîtin.