Metirsiya jinavçûna daristanên Zagrosê heye
Ji ber berdewam tên birîn û havînan jî bi sedemên cuda agir bi wan dikeve û dibin xwelî, niha metirsiya jinavçûna daristanên Zagrosê heye.
K24 – Navenda Nûçeyan
Ji ber berdewam tên birîn û havînan jî bi sedemên cuda agir bi wan dikeve û dibin xwelî, niha metirsiya jinavçûna daristanên Zagrosê heye.
Di vê derbarê de Endamê Navenda Lêkolînan a Çavakaniyên Xwezayî ya Parêzgeha Loristan Mecîd Tewekulî, da zanîn ku salane nêzîka yek milyon metrekup dar ji daristanên Zagrosê tên birîn.
Li gor Tewekulî, ew dar çavkaniya sotemeniyê ya ji sedî 80ê niştecihên Îranê ne. Tewekulî eşkere kir ku ji ber berdewam tên birîn, darên Zagrosê awayê xwe yên xwezayî ji dest dane û kalîteya wan jî nemaye.
Daristanên Zagrosê dikevin sînorê parêzgehên Kirmanşan, Îlam, Loristan û çend parêzgehên din ên Rojhilatê Kurdistanê. Rûberê wan daristanan 6 milyon hektar e û ji sedî 40ê daristanên Îranê li xwe digire.
Ji xeynî birîna berdewam, ji ber agir û nexweşiyê 2 milyon hektar ji daristanên Îran û Rojhilatê Kurdistanê di hundirê 10 salên borî de jinav çûne û nemane.
