De Mistura: Çarenûsa Esed di destê gelê Sûriyê de ye
Piştî destpê kirina agirbesta li Sûriyê di 27ê meha borî de, careke din welatiyên Sûriyê bi armanca rûxandina rejêma Esed dest bi xwepêşandanan li Himis, Heleb, Dera û Şamê kirin.
K24-Navenda Nûçeyan
Nûnerê Neteweyên Yekbûyî(NY) taybet bo Sûriyê Steffan De Mistura ragehand ku, çarenivîsa Beşar El-Esed di destê gelê Sûriyê de ye, ne di destên biyanî de ye.
Derbarî çarenûsa Serokê rejîma Sûriyê Beşar El-Esed Nûnerê Neteweyên Yekbûyî taybet bo Sûriyê Steffan De Mistura ji Telefizyona Frans24 re di daxuyaniyekê de wiha got: "Em dikarin biryara çarenûsa Esed ji gelê wî welatî re bihêlin, çima emê ji dêvla wan biryarê bidin, ew azadin, derfet ji wan re hatiye dabîn kirin ku biryarê li ser vê yekê bidin."
Piştî destpê kirina agirbesta li Sûriyê di 27ê meha borî de, careke din welatiyên Sûriyê bi armanca rûxandina rejêma Esed dest bi xwepêşandanan li Himis, Heleb, Dera û Şamê kirin.
De Mistura derbarê cîbecîkirina agirbesta li Sûriyê keşbînibû û da zanîn ku, wê careke din dest bi danûstandinên proseya aştiyê li wî welatî bikin.