Ranîye weşana zindîya televizyûnan ragirt.

Li ser ragirtina weşana zindîya telefizyûnan li sinûrê Rêvebrîya Raperîn, Qaymeqamê Ranîye, Ragehand: Wek rêkarên asayîşî ev hatîye encamdane û wan hestkirine ku hinek kenalên ragehandinê kar bo azirandina xelkî dikin.

K24: Hewlêr:

Li ser ragirtina weşana zindîya telefizyûnan li sinûrê Rêvebrîya Raperîn, Qaymeqamê Ranîye, Ragehand: Wek rêkarên asayîşî ev hatîye encamdane û wan hestkirine ku hinek kenalên ragehandinê kar bo azirandina xelkî dikin.

Di hevdîtineka tayebet bo Kurdistan 24, Qymeqamê Bajaroka Ranye, Hîwa Qadir, ragehand: Egera rawestandina weşana zindîya telefiyûnan li sinûrê Rêveberîya Raperîn bo wê yekê divegere ku me hest kirîye hinek kenalan dê kar bikin bo azirandina xelkî.

Herweha got jî: Wek Komîteya Asayîşê li deverê, Me bi pêdivî zanî bo aramî û tenahîya bîrewerîya serhildana Ranîye û derdorê wê wek rêkarên asayîşî, evî karî bikin û rê nedin ti kenalan weşana zindî li vî sinûrî encam bidin.

Amaje bi wê yekê kir ku çend rojan berî bîrewerîya serhildanê hinek kenalên ragehandinê raport û zanîyarîyên weha li ser Ranîye  dibelavkirin ku hest dihat kirin ev tenê ji bo azrirandina xelkîye lew me ev rêkar bi pêdivî zanî.

Herwha got: ev rêkara rênedanê bi weşana zindîya kenalên ragehandinê li sinûrê rêvebrîya Raperîn heya demjmêr 6 êvarî dê berdewam be. Dûv re kenalên ragehandinê dikarin karên xwe bi asayê li ser serhildan û deverê encam bidin.

5ê/ Adarê, 1991 di dîrokê  de, bi yekem roja serhildan xelkê Başûrê Kurdisanê li dijî rijêma Beis hatîye tomarkirin, di vê rojê de xelkê bajêroak Ranîye û derdorê wê bi piştîvanîya segrirmeyên Pêşmergeyan, şîyan bajarê Ranîye ji dest rêjêma Beis rizgar bikin û ji wê demê ve nave Derazînka Raperîn(serhildan) kevtîye ser ser Ranîeye.