Li Eskîşehîrê 35 kes hatin binçavkirin
Li bajarê Eskîşehîrê yê Tirkiyê di operasyonekê de 35 kes hatin binçavkirin.

K24 – Eskîşehîr
Li bajarê Eskîşehîrê yê Tirkiyê di operasyonekê de 35 kes hatin binçavkirin.
2 roj berê li bajarê Stenbolê navçeya Bayrampaşayê 2 jinên endamên Partiya Rizgariya Gel a Şoreşger DHKP-Cyê bi bombe û çekan êrîşê wesaîta polîsan kiribûn.
Piştî wê çalakiyê her du jin li avahiyekî hatin dorpêçkirin û di encama operasyonekî de canê xwe ji dest dan. Piraniya wan xwendevan, hezkirî û hevalên her du endamên DHKPCyê ji bo tevlî rewresma veşartinê bibin ji gelek bajaran ber bi Eskîşehîrê ve birêketin.
Lêbelê polîsan rê li ber wan girt û 35 kesan binçavkirin. Lêpirsîna binçavkiriyan li Midûriyeta Ewlekariyê ya Eskîşehîrê didome.