Daxwaza fidralîyê, gotara yekparçeyî ya Sûryayê dixe lerzînê

Mijara Suryaya Fidralî, roj bi roj cihê xwe diveke di nav çareserîyên tengijeya Suryayê de, ev jî piştî axivtinên Rusîyayê li ser evê mijarê. Çavdêrên Sîyasîyên Ereb dibêjin: fîdralî bo tengijeya Sûrayayê çaresere.

K24- Hewlêr:

Mijara Suryaya Fidralî, roj bi roj cihê xwe diveke di nav çareserîyên tengijeya Suryayê de, ev jî piştî axivtinên Rusîyayê li ser evê mijarê. Çavdêrên Sîyasîyên Ereb  dibêjin: fîdralî bo tengijeya Sûrayayê çaresere.

Ev di demekê deye ku wezareta derveya Emerîakayê ragehand: Welatê wî dijî xwebirêvebirnê û otonomîyêye bo Kurdên Sûryayê, di demkê de ku pişkek ji Kurdên Rojavaya Kurdisatnê daxwaza sîstema fidralîyê dikin.

Di kongireyeka rojnamevanî de gotebêjê wezreta derveya Emerîkayê, Con Kêrbî ragehand.  Welatê wî piştîvanîyê ji yekparçeyî û selametîya axa Suryayê dike.

Got jî Emerîkayê nevêt devereka xwe birêvebirinê  ji cora otonomîyê bo Kurdên Suryayê durist bibe.

Gotebêjê wezareta derveya Emerîkayê bi pêdivî zanê hikumeta nûya Suryayê bi yekêtîya axa xwe re bigehe û biparêze.

Ev axivtinên Emerîkayê  di demekê deye  ku di dawîya heftîya bûrî  de, serokatîya Herêma Kurdistanê di ragehandinekê de, piştîvanîya xwe bo encmadana sêstema fidralîyê li Suryayê derbirî ku pişkek ji alîyên Kurdî yên endamên ENKS daxwaz dikin.

Li hember de alîyên di nav Enîya Tevdem, ku Partîya Yekêtîya Dîmukratîîya Kurdî li Surîyayê  serperiştîya wê dike. Daxwaza xwe birêvebirina Dîmukratî dikin li jêr nave kantonan.

Ev axivtinên gotebêjê wezreta Derveya Emerîkayê,  piştî wan nîgeranîyên Turkîyayî dihê  ku li ser duristbûna desthilateka xwe birêvebirnê li Rojavaya Kurdistanê derbirî bûn.

Di meha bûrî de serok Komarê Turkîyayê Receb Teyîb Erdogan daxwaz kir, Emerîka di navbera Turkîyayê û YPGyê yekê ji wan hilbijêre.

Di destpêka meha bûrî Emerîkayê bi fermî ragehand ku wan hijmareka rawêjkarên Serbazî şandine deverên jêr desthilata YPG daku alîkarîya ewê hêza Kurdî bike li şerîn wî dij bi
Daişê.

Bi egera pişîtîvanîaya Hevpeymanên Nêvdewletî di pêşrewîyê de, ew hêza Kurdî şîya ber bi devera Ezaz bihere ku nêzîktirên xala sinûrîye li gel Turkîyayê û bi vê egerê di 10 rojên dawîya Subatê de topxaneyên Turkîyayê bi çirrî  burdûman YPG  kir û serok wezîrên Turkîya  Ehmed Dawid Oglo ragehand: Em bi ti awayekê nahêlin Ezaz bikeve dest kurdan.

Bi nerîna çavdêrên rewşa sîyasî û serbazîyên Suryayê, Eger YPG bajêroka Ezaz, ku bûye navenda kombûna mîlîşîyayên tûndrew, kontirol bike, dikare  kantonên Efrîn li rojavayê Ezaz û Kobanê û Cizîre li Rojhilata Ezaz bi hev re grê bide  û bo cara yekê  piştî sed salên bûrî  parçeya Rojava Kurdistanê li Suryayê bi hev re girê bede û yek herêama cugrafî durist bike û ji wir ve jî dikare bigehe ser deryayê.

 

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/965f4157-7dbc-49b4-8cd3-11d0f126c079/Fedirali.ism/manifest