Ji destpêka agibestê 135 kes li Sûriyê hatine kuştin
Di 27ê meha borî agirbest li Sûriyê kete ware cîbecîkirinê de, her yek ji rejîma Sûriyê û opozîsyona hev du bi binpê kirina wê agirbestê tometbardikin.
K24-Navenda Nûçeyan
Ji destpêka ku, agirbest li Sûriyê ketiye warê cîbecîkirinê de û heta niha 135 kes li navçeyên cuda yên agirbetê vedigre li wî welatî hatine kuştin.
Derbarê vê mijarê de Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan daxuyaniyek belav kir tê de wiha hatibû gotin: Ji destpêka agirbesta li Sûriyê 45 çekdarên opozîsyonê, 32 welatiyên sivîl, ji wan 7 zarok, 7 jin, 24 leşkerîn rejîma Sûriyê û 33 şervanên Kurd hatine Kuştin.
Li gor daxuyaniya Rewangehê 55 kes li deverên ku agirbestê li xwe nagre jî hatine kuştin. Di 27ê meha borî agirbest li Sûriyê kete ware cîbecîkirinê de, her yek ji rejîma Sûriyê û opozîsyona hev du bi binpê kirina wê agirbestê tometbardikin.