Jîyana Bengiladêşîyan li Herêma Kurdistanê.

Li Kurdistanê hijmareka mezin ji kirêkarên bîyanî hene, di nav van karkerên bîyanî de Bengiladêşî piranya wan karkerê bîyanî pêk dihînin.

K24- Hewlêr:

Li Kurdistanê hijmareka mezin ji kirêkarên bîyanî hene, di nav van karkerên bîyanî de Bengiladêşî piranya wan karkerê bîyanî pêk dihînin.

Hebîb Soyîl, yeke ji wan karkerên bengiladêşî ku neh salin li Başûra Kurdistanêye û li gelek cihan kar kirîye.  Ew fêrî zimanê Kurdî bûye û bi başî li gel hevalên xwe bi Kurdê diaxive. Ew behsê jîyana xwe dike li Hewlêrê û dibêje: Ji wê dema ku ez hatime Hewlêrê ez dû caran vegerîyame mala xwe, çunku min xêzan û zaro hene.

Hebîb got jî: Ji dema ku ez hatime Hewlêrê min li gelelk cihan kar kirîye, ez baş fêrî zimanê Kurdî bûme û dikarim bi başî biaxivîm û ji bilî Kurdîyê ez çend zimanek din jî dizanim .

Karkerên Bengiladêşî bi zimanê Kurdî behsê rewşa xwe û jîyana xwe li kurdistanê dikin, ew ji bilî karên xizmetguzarîyê li şaredarîyan , li kompanîya û cihên din jî kar dikin. Di nav bajarê Hewlêrê de xwarngeheka taybet bi xwarnên xwe danane ku  xwarnên Bengiladêşî têde amade dikin.

Yek ji karkerên Bengiladêşî got: Di vê dûkanê de xwarnên Bengiladêşî dihên amadekirin û firoştin. Ew xwarin jî Kube, Şifte, peqlawe û çendîn xwarnên  dinin.

 Karkerên Bengiladêşî  wek her hevwelatîyekê din yên Herêma Kurdistanê tengijeya darayî bandora xwe li ser kar û kasibîya rojaneya wan hebûye, yek  ji wan karkerên bengiladêşîyan amaje bi wê yekê dike ku bazar nîye û niha gelek lawaze.

Karkerên Bengiladêşî hvalînî û têkelîya wan bi xelkê Kudistanê re egelek başe û bi corêkê ku xwedan kar û hevwelatî ji wan razîne û bi destpakî hatine nasîn. Hevwelatîyekê Kurd jî dibêje: Bengiladêşîyan heya niha ti arişe nebûne  li Kurdistanê û dest pakij û rêkûpêkiin.

Li gor amarên ne fermî nêzîkî 40 hezar karkerên bîyanî li Başûra Kurdistanê hene, piranîya wan jî karkerên bengiladêşîne, bi egera dakevtina bihayê diravê welatê wan li Herêma Kurdistanê kar dikin û mehane pereyan bo xêzanên xwe dişînin.

 

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/39f5f72c-627d-4e19-ae9b-d107458a84be/krikari%20bangldshi.ism/manifest