Topbarankirina taxa Şêx Meqsûd berdewam e

Taxa Şêx Meqsûd a Kurdan, ev sê mehin ji aliyê çekdarên Cebhet Nûsrayê û Ehrar El-Şam ve tê topbaran kirin, heta niha jî zêdeyî 10 kesan cane xwe ji dest dane, bi dehan birîndar jî hene.

K24-Navenda Nûçeyan

Êrîşa çekdarên Cebhet El-Nûsrayê û Ehrar El-Şam li ser taxa Şêx Meqsûd li Helebê berdewame, danê sibehê jî di encama toparankirina li ser wê taxê welatiyek birîndarbû.

Derbarê vê mijarê de, Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan daxuyaniyek belav kir tê de tekez kirk u, zêdeyî 30 rûkêt  jialiyê çekdarên Cebhet El-Nûsrayê û Ehrar El-Şam ve ketine ser Taxê herwiha ji sê mihweran ve bi çekên giran û rûkêtên Hawinan êrîşî taxê kirin.

Rewangehê da zanîn ku, di encam de welatiyek bi nave Xelef Cuma temê wî 44 salin bi giranî birîndar bû, herwiha bi dehan dukan û xaniyên welatiyan wêran bûn.

Taxa Şêx Meqsûd a Kurdan, ev sê mehin ji aliyê çekdarên Cebhet Nûsrayê û Ehrar El-Şam ve tê topbaran kirin, heta niha jî zêdeyî 10 kesan cane xwe ji dest dane, bi dehan birîndar jî hene.