Seûdîye li bazaran pişka xwe ji pitrolê kêm nake.
Wezîrê Derveyê Seûdîye ragehand berhemhînana pitrolê kêm nakin û pişka xwe dişîne bazarên derve.
K24- Hewlêr:
Wezîrê Derveyê Seûdîye ragehand berhemhînana pitrolê kêm nakin û pişka xwe dişîne bazarên derve.
Adil Cûbeyrî wezîrê Derveyê Seûdîyeyê ragehand jî: Hizra sinûrdarkirin berhemhînana û şandina pitrolê hizreka nedûriste, di demkê de welatên din diberdewan li şandian pitrolê.
Wezîrê Derveyê Seûdîye amaje bi wê yekê jî kir ku hêza bazara nih ya pitrolê biryarê li ser nirxa pitrolê dide û rewşa bazara pitrolê jî nimayîş û daxwazîye, lew em cavpoşîyê li ser pişka xweya pitrolê nakin û bazarê pitrolê jî wek xwe dimîne.
Ev di demekê deye ku piranîya welatên şandkarên pitrolê kokin li ser sinûrdarkirina berhemhîna pitrolê.
Di destpêka ev sal de nirxa pitrola xav li bazarên cîhanê dakevt û kêmtir bilindbûn bi xwe ve dît. Di dema bûrî de, bi egera dakevtina nirxa pitrolê gelek ji welatên ku piştgirêdayîne bi dahata pitrolê hevrûşî tengijeyên abûrî hatin.
Ev di demekê deye abûrîzan, dakevtina nirxa pitrolê bo zêdeyîya pitrolê divegerînin di bazarên cîhanê de.