YNK peyama nû ya Gorran digehîne PDKyê.
Bi merema gêngeşekirina rewşa Herêma Kurdistanê bi taybetî karakirina Perlemanê, bi serperiştîya Mesûd Barzanî serokê Herêma Kurdistanê, şandeka balaya Yekêtîya Nîştîmanîya Kurdistan(YNK) û partîya Dîmukrtîya Kurdistan(PDK)yê li Pîrmamê di kombûnê de ne.
K24: Hewlêr:
Bi merema gêngeşekirina rewşa Herêma Kurdistanê bi taybetî karakirina Perlemanê, bi serperiştîya Mesûd Barzanî serokê Herêma Kurdistanê, şandeka balaya Yekêtîya Nîştîmanîya Kurdistan (YNK) û partîya Dîmukrtîya Kurdistan(PDK)yê li Pîrmamê di kombûnê de ne.
Nûçegihanê Kurdistan24 ragehand: Li ser karakirina Perlemanê û destbikarbûna serokê Perlemanê û wezîrên Gorran, şanda YNKyê peyameka nûya Gorran hînaye û di kombûnê de gêngeşeyê dê li ser bikin.
Li gor zanyarîyên nûçegihanê me : Pêşnîyaz YNK ewe ku PDK rê bide serokê Perlemana Kurdistanê û wezîrên Gorran bo demeka dîyar vegerin ser karê xwe, heya desteyeka nû bo serokatîya Perlemanê dihê hilbijartin, herweha Gorran jî ti merc bebin.
Nûçegihanê me herweha got: Biryare di kombûna evro de bi ruhnî behsê keysa pitrolê bihê kirin , çunku hinek ji serkirdatîya YNKyê dibêjin bi ti awayek em agahdarê keysa pitrolê nine û Hinek din jî dibêjin em agahdrin, lew biryare di vê kombûneê de ruhinkirin li ser evê mijarê bihê dan.