Diyarbekir: 6 girtiyên siyasî ji Girtîgehê direvin
Ji zîndana Diyarbekirê, 6 girtiyên siyasî ku ji ber endamtiya PKK'ê ceza girtine, ji girtîgehê reviyan.

K24 – Navenda Nûçeyan
Ji zîndana Diyarbekirê, 6 girtiyên siyasî ku ji ber endamtiya PKK'ê ceza girtine, ji girtîgehê reviyan.
Medyaya Tirkiyê îro ragihandin ku, 6 girtiyên siyasî ku bi tuhmetên endamên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) hatibûn girtin, îro danê sibê ji girtîgeha Diyarbekirê karîne birevin.
Rayedarên Tirkiyê hîn jî, ti daxuyaniyeke fermî nedane û hat ragehandin li girtîxaneyê niha hejmara girtiyan tê tesbîtkirin.
Hat ragehandin, reva 6 girtiyan di hejmartina vê sibê de diyar bû. Di hin hesabên medyaya civakî de nav û wêneyên kesên ku revîne hatin belavkirin.
Parêzgarê Diyarbekirê Huseyin Aksoy û Serdozgerê Komarê jî bi armanca lêkolînan çûn girtîxaneyê.