Mesrûr Barzanî: Em hemû hêsankariyan ji bo bihêzkirina peywendiyên bazirganî ligel Tirkiyeyê dikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 27ê Cotmehê pêşwazî li şandeke bazirganî ya Tirkiyeyê kir ku ji hejmarek bazirgan, karsaz û veberhênerên endamên Desteya Pêwendiyên Aborî yên Derve (DEÎK) pêk dihat.
Di hevdîtinê de ku Balyozê Tirkiyeyê yê li Iraqê Anil Bora Înan û Konsulê Giştî yê Tirkiyeyê yê li Herêma Kurdistanê Erman Topçu jî tê de amade bûn, Serokê Hikûmetê ligel bixêrhatina şandeyê, daxwaza Herêma Kurdistanê ya ji bo pêşxistina zêdetir a peywendiyên bi Tirkiyeyê re di warên curbicur de, nemaze danûstandina bazirganiyê dubare kir û amadebûna xwe bo pêşkêşkirina her cure hêsankariyê ji bo bihêzkirina liv û tevgera bazirganî ya navbera her du aliyan de anî ziman.
Endamên şandeyê bal kişandin ser armanca serdana xwe û kurteyek li ser kompaniyên xwe, çalakî û projeyên wan pêşkêş kirin. Herwiha xwastek û dilxwaziya xwe ji bo pêkanîna projeyan û berfirehkirina veberhênanên xwe yên li Herêma Kurdistanê nîşan dan.
Di beşeke din a civînê de, girîngiya Projeya Rêya Geşepêdanê û bi rêya hêla hesinî ve girêdana welatên Kendavê, Iraq û Herêma Kurdistanê bi Tirkiye û Ewropayê re hat gotûbêjkirin."