8 taxên Silopiyê bo jiyankirinê ne ewle ne
8 taxên Silopiya Şirnexê ji ber têkçûna avahiyan, bo jiyankirinê ne ewle ne.

K24 – Navenda Nûçeyan
8 taxên Silopiya Şirnexê ji ber têkçûna avahiyan, bo jiyankirinê ne ewle ne.
Li navçeya Silopî ya Şirnexê, piştî bidawî hatina operasyonan radeya xesarê hat tesbîtkirin. Li gorî rapora Wezareta Jîngeh û Bajêrvaniyê di 6 hezar û 694 avahiyan de xesar hene û 27 avahî jî bi tevahî hatine ruxandin.
Encumena Wezîran ya Tirkiyê, ser rapora Wezareta Bajêrvaniyê, 8 taxên Silopiyê ji bo berdewamkirina jiyanê ne ewle hatin îlankirin.