Deryayê Egeyê bûye goristan: 25 penaber xeniqîn
Li navçeya Dîdîmê ya Aydinê belema ku tê de penaberan hebûn li behra Egeyê niqûm bû. Ji deryayê termên 25 kesan hatin derxistin.
K24 - Stenbol
Li navçeya Dîdîmê ya Aydinê belema ku tê de penaberan hebûn li behra Egeyê niqûm bû. Ji deryayê termên 25 kesan hatin derxistin.
Penaberên ku di ser behra Egeyê re bi belemê derbasî giravên Yewnenîstanê dibûn ketin nav behrê. Pêşî 17 kesan xeniqîbûn lê di demên pêş de termên 8 penaberên din jî hatin dîtin. Herwiha 25 penaber ji ber noqbûna belemê canê xwe ji dest dan. Din av wan 3 zarok jî hebûn. 15 kesan jî hatin xelaskirin.
Termên penaberan bi wesayîtên cenazeyê şandin Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Dîdîmê. Ji bo 2 kesên ku wenda bûne xebatên lêgerîn û xelaskirinê hat destpêkirin.