Aşton Karter: Berjenge Pasewanê Nîştîmanî li şerrê dijî Daişê pişikdar bibin.

Aşton Karter, wezîrê Berevanîya Emerîkayê ragehand: Tîmên Elikitronîyên Hêza Pasewanên Nîştîmanîya Emerîkayê roleka mezin digerinin di hilsengandina binaxeya pîşesazîya Emerîkayê de û berjenge daxwaz ji wan bihê kirin ku li şerrê elikitronî li dijî Daişê pişikdar bibin.

K24- Hewlêr:

Hêza Pasewanîya Nîştîmanîya Emerîkayê ku hêzeka serbazîya yedeke li axa welatên hevgritî akincîye, belê di dema pêdivê de amadeye bo destbikarbûnê. Ev hêze,  pişkeka serkîye ji şîyanên berfireha hêzên çekdarên Emerîkayê bo pêkhînana zêdetir ji 120 tîmên elikitronî bo berperçvedan û rêgirtinê ji hêrişên elikitronî.

Aşton Karter li serbazgehekê li wîlayeta Waşintinê bi rojnamevan ragehand: Ev tîm di hemû welat de navdare bi gelek karên hilsengandinê ku bo asta gefan encamdane.

Wezîrê bevanîya Emerîkayê got jî: Ev tîm hêj nepişikdare di encamdana hêrişên elikitronê, lê berjenge di ayinde de pişikdar bibe.

Karter amaje bi wê yekê jî kir ku hevdem tîmên hev şêwe dikarin pişikdar be  di hêrişên elikitronê de, ku tekezê jî dikim dê encam bidin, em bi kirok lezê lê dikin li Îraqê û Surayê  heya diltenah bibîn ji şikesthînana bi leza rêkxistîya Dewleta Îslamî ku pêdivîye em encam bidin û dê encam bidin.

Wezîrê bervanîya Emerîkayê xuya jî kir û got: Em ji rêyekê digerin ku lezê li vî karî bikin û cengê Elikitronî rêyeke ji wan rêyan.