Rewşa Kurdên Rojhilat ên li kampa Girdeçal xirab e
Hejmareke zêde ya Kurdên Rojhilatê Kurdistanê li kampa Girdeçal bicîh bûne ku dikeve sînorê parêzgeha Hewlêrê, lê dibêjin ku di rewşeke xirab de ne û daxwaza alîkariyê dikin.
Efsane Şamihemedî / K24 – Hewlêr
Hejmareke zêde ya Kurdên Rojhilatê Kurdistanê li kampa Girdeçal bicîh bûne ku dikeve sînorê parêzgeha Hewlêrê, lê dibêjin ku di rewşeke xirab de ne û daxwaza alîkariyê dikin.
Ew penaberên Kurd zêdeyî 25 sal dibe li benda Neteweyên Yekbûyî ne daku wan bo welatê sêyem bişîne. Meta Meryem yek ji wan penaberan e ku demeke li kampê dimîne. Meryem ji Kurdistan24ê re got: "Min nan dida Pêergeyan, carekê bi tena sere xwe min nan da 50 Pêşmergeyan."
Meta Meryem gazin ji rewşa ku têde ne kirin û wiha axifî: "Cîranên min nizanim kê seba min kir û hatim vê derê, 26 sal e li vê derê me, ne Neteweyên Yekbûyî û ne jî hîç aliyekî din alîkariyek nedane me û rewşa me xirab e."
Keçeke din a penaber bi nave Rahêle jî derdê dilê xwe ji Kurdistan24ê re wiha anî ziman: "Ji ber bê derfetî ez neçûm dibistanê, du birayên min hene sibehan radibin daku biçin dibistanê, lê bawer bikin dinarek nîne ku em bixin destê wan."
Rahêle axaftina xwe wiha qedand: "Ez daxwazê ji Kurdistan24ê dikim eger xêrxwazek hebe alîkariya me bike û dermanekî ji bavê min ê nexweş re bibînin, eger na rewşa wî xirabtir dibe."