Kurdên Rojava bo fedralîzmê meşiyan

Civînên kongreya Cenêv3 nêzîbûne, kesên ku sîstema fedraliyê daxwazin zêde dibin, nemaze piştî hin aliyên nêvdewletî piştgirya xwe bo vê yekê bi zelalî eşkere dikin.

K24-Amûdê

Di çarçova piştgirya fedraliyê li Rojavayê Kurdistanê, Encûmena Xwecihî ya bi ser Encûmen a Niştîmanî Kurd li Sûriyê(ENKS) ve li Amûdê xwepêşindanek li darxist, nûnerên encûmenê di axaftinên xwe de piştgirya şanda ENKSê li Cenêvê kirin, herwiha daxwaz ji hêzên herêmî û navdewletî kirin ku piştgirya mafê gelê Kurd li Sûriyê bikin.

Derbarê xwepêşandanê Serokê Xwecihiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS) Yûnis Esad ji K24ê weha got:"Dema em daxwaza fedraliyê dikin, wê demê xwe di ber çareseriyê û pêşeroja Sûriyê berpirs dibînin, em bihêvîna pêkhatiyên din li Sûriyê alîkariya me daku em bi hevre Sûriyeke nû ava bikin."

Ji alyê xwe beşdarbûyên xwepêşindanê daxwaz  ji aliyên siyasî li Rojavayê Kurdistanê kirin ku,  mafê gelê Kurd bi yekîtî û yekrêziya xwe biparêzin, herwiha tekez kirin ku fediralî çareseriya herî goncawe bo avakirina Sûriyeke nû, demokrat û piralî re.

Derbarê vê mijarê de welatiyek bi nave Idrîs ji K24ê re wiha axifî:Wateya fedraliyê ne perçebûna Sûriyê, Federalî yekgirtin û weheviya Sûriyê, fedralî mafê gelê Kurde.

Civînên kongreya Cenêv3 nêzîbûne, kesên ku sîstema fedraliyê daxwazin zêde dibin, nemaze piştî hin aliyên nêvdewletî piştgirya xwe bo vê yekê bi zelalî eşkere dikin.