Pira Şînê bo demeke kurt hat vekirin

Pira ku rêya 11 gund û 30 gundikan di ser re derbas dibe, piştî ku veguhestina madenê bi dawî bibe dê carek din bê girtin. Karkerên ku di kana madenê de dixebitin dibêjin ku ew naxwazin ev pir careke din were girtin.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/fde357ff-1f8f-432a-b0c6-e583aa272075/PiraSine.ism/manifest

Zekî Dara / K24 - Colemêrg

Pira Şînê ya li ser rêya Colemêrgê ku navçeya girêdayî wê li Çelê dimînê piştî 9 mehan bo demeke kurt hate vekirin. Pira ku bi sedema ewlekariyê ji aliyê leşkeran ve hatibû asêkirin ji bo kompanyayên ku madenê derdixin hat vekirin.

Pira ku rêya 11 gund û 30 gundikan di ser re derbas dibe, piştî ku veguhestina madenê bi dawî bibe dê carek din bê girtin. Karkerên ku di kana madenê de dixebitin dibêjin ku ew naxwazin ev pir careke din were girtin.

Karkerê bi navê Ugur Kaya ku 3 sal in kana madenê de şofêriya kamyonê dike got, ev 9 meh in ku pira Şînê hatiye girtin û hem ew hem jî gundî ji ber vê yekê gelekî şepirze bûne: "Li vir sê maden hene û di her sê madenan de 30 kes dixebitin. Zirar û ziyana me nagihe tu kesî. Rê tenê ji bo hefteyekê hatiye vekirin. Ne mimkune ku em di hefteyekê de hemû karê xwe biqedînin. Em ji dewletê dixwazin ku me mexdûr neke û  rêya me vekin."

Hevparê Kompanyaya Madena Karakayayê Abdulselam Kurt jî amaje bi wê yekê kir ku walîtiyê heta 10ê Adarê mohlet daye wan ku madenên xwe bibin devereke din û wiha axifî: "Ev Sê sale me madene xwe dişande Îranê. Lê belê ji sala 2015an heta vê gavê şerê ku li Bakurê Kurdistanê destpêkiriye bandoreke gelek mezin a neyînî li xebata me kiriye û di bin vê zor û zehmetiyê  de em wî karî dimeşînin."

Herwiha ev pir ji bo gundiyan û her sê madenan gelekî girîng e. Dema ku ev pir girtî bimîne gundî nikarin nexweşê xwe bibin nexweşxanê. Kompanyayên madenan jî nikarin kar û barê xwe bikin. Lewra karker bangê  li rayedaran dikin ku ev pir her dem vekirî  bimîne.