Li Hezexê çawîşekî pispor hat kuştin
Li navçeya Hezexa Şirnexê leşkerek hat kuştin û avahiya HDPê ya navçeyê jî di encama topbaranê de hat hilweşandin.
K24 - Şirnex
Li navçeya Hezexa Şirnexê leşkerek hat kuştin û avahiya HDPê ya navçeyê jî di encama topbaranê de hat hilweşandin.
Li Bakurê Kurdistanê şer û pevçûn berdewam in. Ji 16ê sibatê ve qedexeya derketina derve li Hezexê berdewam e û operasyonên artêşa Tirk jî bênavber didimin. Sererkaniya Tirkiyê ragihand ku di şerê duh êvarê de çawîşekî pispor canê xwe ji dest daye.
Parlamenterê HDPê yê Şirnexê Ferhat Encu ser twîtterê belav kir ku, li taxa Atabey ku tu xendek û pevçûn li wê derê nîne, avahiya partiya wan bi topan hatiye hilweşandin.
Hat ragihandin ku li Taxa nû ya navçeyê operasyon bi dawî bûne û tîmên şareza lêgerîna teqînê dikin.