El-zûby: Rûsya û Amerîka ji çareserkirina siyasî re rêgirin
Biryare gera duyemîn ya civînên Cenêv3 derbarê çareserkirina kirîza Sûriyê, di 10ê vê mehê di navbera rejîma Sûriyê û opozîsyona wî welatî destpê bike
K24-Navenda Nûçeyan
Serokê Şanda Danûstandinan a opozîsyona Sûriyê Esad El-Zûby ragehand ku, Rûsya û Amerîka astangan li pêşiya çareseriya siyasî li sûriyê dikin.
Derbarê vê mijarê de, Serokê Şanda Danûstandinan a Opozîsyona Sûriyê Esad El-Zûby di daxuyaniyek bo rojnameya Şeiq El-Ewsed re belav kir, tê de wiha got: "Tişta ku Civaka Navdewletî dike di nav de jî Rûsya û Amerîka dide dide xuyakirin ku, ew welat rêgiriyê ji çareseriya Siyasî re li Sûriyê dikin."
Ji aliyê xwe ve, Cîgirê şanda opozîsyonê Corc Sebera ji heman rojnameyê re tekez kir ku, eger rejîma Sûriyê zîndaniyan bernede danûstandin wê nebin.da zanîn ku pêwîste rejîma Sûriyê bêbendî bi agirbestê bike.
Biryare gera duyemîn ya civînên Cenêv3 derbarê çareserkirina kirîza Sûriyê, di 10ê vê mehê di navbera rejîma Sûriyê û opozîsyona wî welatî destpê bike.