Ebadî û Kutleya Kurdî gêngeşeya Hikumeta Teknokrat dikiin.
Bi armanca pêkhînan Hikumeta teknokrat li Bexdayê, duhî şevê kutleya Kurdistanîyan li civata nwênerên Îraqê li gel serok wezîrên Îraqê Heyder Ebadî kom bûn.
K24- Hewlêr:
Bi armanca pêkhînan Hikumeta teknokrat li Bexdayê, duhî şevê kutleya Kurdistanîyan li civata nwênerên Îraqê li gel serok wezîrên Îraqê Heyder Ebadî kom bûn.
Rêzan Şêx Dilêr endamê Civata Nwênerên Îraqê bi rêya telefone ve bi Kurdistan 24 ragehand: divê Kurd hewl bide kesên bi şîyan bihîne heya di hikumetê de pişikdar bibe.
Xuya jî kir: Ev behsa hikumeta teknokrate, min pê seyre Kurd daxwaza 20% ji pêkhateya hikumetê dike.
Amaje bi wê yekê jî kir ku Heyder Ebadî serok wezîrên Îraqê daxwaz dike ew wezaret nemînin ewên li ser partîyên xwe kar dikin, renge em Kurd gelek haydarê evê yekê nebin ji bo ku me bi vî awayî kar nekirêye.
Herweha got jî: Wezîr heye, pere dane heya bi here nav wezareta xwe, vêcar ev çawa pakij dibe.